DESTANA ZAPÊ
Awazê Çiya
Am       G            C          G
Şahiya zapê bi deng e roja nû ye pîroz e
C                  G           C           Am
Nîşana(dîlana) yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e

Am          G          C                 G
Qontarê çiyayê metînan bamernê (amediyê) bûye mertal
Am        G            C          Am
Li seranserê Kurdîstan raberiyan deng û ar

Am        G           C             G
Îro dîsa li Zagrosan kurd bûn çeper û hêlîn
C          G            C         Am
Rengê dewrana Îskender romî jî lê terfêlî

Am                    G
Çiyayê reş bûye bager brûsk û reş e ew rê ta
C              Am
Pêlên ava zê rabû li zordaran bû çirav

Am            G            C           G
Neviyên Enwer Paşa tewişîn siwar hatin peya çûn
C             G         C           Am
Ji ber gurzên gerilayan tar û mar û wêran bûn

Am
Tew, tew, tew, tew, tew, tew

Am          G          Am            G
Bihar hat û Zap xemilî neh gulên sor lê geş bûn
Am          G              C           Am
Bêhna gulan newroz coş kir cejn û şadî lê xweş bûn

Am         G           C          G
Ji tîrêjên Apo yê Kurd li dinyayê bûne deng
C         G           C          Am
Ji Kawa heyanî Mazlum Kurdê azad e pêşeng

Am       G            C          G
Şahiya zapê bi deng e roja nû ye pîroz e
C                  G           C           Am
Nîşana (dîlana) yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e

Am        C           Dm
Destaneya geliyê zapê jingarî û ferat e
F                   Em
Wek efsaneya kawayê rûmeta rojhilat e
Repertûar
Agahîya Lîsteyê
Stran
Hunermend
3
Repertûar
© Repertûara Kurdî Developer:Ahmet Uçar