MAHÎTAB
YAHHYA
| Bm - Am | Bm - Am | Bm - Am | C - Bm | (x2)
Bm                   Em
  Îşev civanê me ye bêjin keçkê bila bê
Bm              C      Am            Bm
  Li nav bexça rê heye em ê vexwin şerabê
Em                   Bm
  Em ê rûnin li banî masa me li jor danî
C              D      Am       Bm                    (x2)
  Da ko nebe xuyanî şerîn û mahîtabê
Bm                       Em
  Dîlber ku hate ba me nazdarê û meş xeram e
Bm                C        Am        Bm
  Wê bi destê xwe da me şîra ji nav lêva be
Em                       Bm
  Perdê ji ser xwe bavê guhdêr e saz û avê
C             D       Am          Bm                         (x2)
  Awir da dil ji çavê wê dîn û malxerabê
Bm                        Em
   Cam û qedeh li hev dan sed maçe min ji dev dan
Bm                C         Am           Bm
   Sîng û memik me tev dan bîn ji misk û gulavê
Em                    Bm
  Şêrîn kenê giha min wê zû destê xwe da min
(x2)
C           D       Am         Bm
  Mîr û padîşaha min şerînê wek xoşabê
Repertûar
Agahîya Lîsteyê
Stran
Hunermend
3
Repertûar
© Repertûara Kurdî Developer:Ahmet Uçar