ROJ ROJA ME YE
Koma Denge Azadî
A              D         A
Roja me derket   li serê çiyan
A              D         A
Tîrêj a xwe da   erd û zêviyan
A               D          A
Hêsirê çavan çû   em tev kenîyan
A             D          A
Rabin dîlan ê   roj roja me ye

A           E   D      E    A
Roj roja me ye gundî û rêncber
A           E  D       E  A
Roj roja me ye hemî proleter

A                 D          A
Gul û sosin vekir   her alî sor kir
A                 D             A
Mizginiya xweşiyê   ji me ra diyarî kir
A        D            A
Riya şoreşê em zû hişyar kir
A           D            A
Rabin dîlanê   roj roj a me ye

(Dîsgotin)

A                 D         A
Armanc a me yek e   birayê hev in
A              D            A
Aşitî dixwazin   tev heval bend in
A           D         A
Hevalê rojê   dijminê şev in
A            D           A
Rabin dîlanê   roj roj a me ye

(Dîsgotin)

A                 D         A
Tirs û lerz neman   em ê li wan xin
A              D         A
Li erd û ezman   gurmînî daxin
A                   D              A
Kesk û sor û zer yê   li herder bilindkin
A            D          A
Rabin dîlanê   roj roja me ye
Repertûar
Agahîya Lîsteyê
Stran
Hunermend
3
Repertûar
© Repertûara Kurdî Developer:Ahmet Uçar